Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû qedexe û sînordariyên koronayê têne rakirin
PeyamaKurd – Qedexe û sînordarkirinên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê ji beriya Cejna Remezanê ve hatibûn ragihandin, sibe 1ê Tîrmehê bi temanî têne rakirin.
Hat ragihandin ku bi biryara Serokomarê Tirkiyê û giştînameya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji sibe Pêncşemê ve li Tirkiyê ji bo asayîbûnê gava herî mezin ji destpêka pandemiyê ve tê avêtin û hemû qedexe û sînordarkirinên li ber hemwelatiyan têne rakirin.
Li gorî biryara rakirina qedexeyan êdî hemû kargeh û deverên giştî yên xizmetê wekî beriya pandemiya Covid-19 vekirî dimînin û hemû qedexeyên li ser bername û şahîyên cemawerî têne rakirin.
Lê belê tenê ji bo muzîsyenan astengî heye ku wê nikaribin piştî demjimêr 24:00ê şevê muzîkê çêbikin ku ev jî li Tirkiyê bûye sedema nerazîbûna hunermendan û vê biryarê wekî biryareke îdeolojîk a deshilatê dinirxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin