Li bajarê Bakurê Kurdistanê hemû bername û çalakî hatin qedexe kirin

28 May 2019 17:41 0 dîtin
Li bajarê Bakurê Kurdistanê hemû bername û çalakî hatin qedexe kirin

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên sivîl û bername bo 15 rojan hatin qedexe kirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li seranserê bajêr ji bo parastina can û malê xelkê, ewlekariya milî û dabînkirina ewlehiyê hemû cure çalakiyên cemawerî yên rûniştinê, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê û vekirina standan bo 15 rojan hatine qedexe kirin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku mebesta vê qedexeyê parastina maf û azadiyên hemwelatiyan û pêkanîna asayîşê û rêgiriya bûyerên tundiyê ye.