Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê elektirîk û gaza xwezayî hat zêdekirin

01 January 2022 14:30 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê elektirîk û gaza xwezayî hat zêdekirin

PeyamaKurd Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê elektirîkê, ji sedî 52 heta ji sedî 130 û bihayê gaza xwezayî jî, ji sedî 25 heta ji sedî 50 hat zêdekirin.

Saziya Şopandina Bazara Enerjiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi destpêka sala 2022ê bihayê elektirîkê ji bo hemû komên aboneyên xanî, pîşesazî û kargehên bazirganiyê tevî bac û fonan derdora ji sedî 52 heta ji sedî 130 hat zêdekirin.

Herwiha Kompaniya Veguhastina Petrolê ya Xetên Boriyan (BOTAŞ) jî bi  daxuyaniyekê eşkere kir, ji 1ê Çileya 2022ê şûn de, bihayê gaza xwezayî ya ku di xaniyan de tê bikaranîn, ji sedî 25, nirxê gaza xwezayî ya di saziyên bazirganî û pîşesaziyê de tê bikaranîn ji sedî 50 û nirxê gaza xwezayî ya di hilberîna elektirîkê de tê bikaranîn jî, ji sedî 15 hatiye zêdekirin.