Li Kaledonyayê beriya serdana Macron alozî zêde bû: 300 otomobîl û gelek dikan hatin sewitandin!
PeyamaKurd – Beriya ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana herêma Kaledonya ya girêdayî Fransayê bike, alozî derket û di protestoyan de ji bilî zirardana dibistan û kargehan 300 otomobîl jî hatin şewitandin.
Li gorî medya Fransî di bûyerên beriya serdana Macron de rû dane de, du dibistan, kargeheke mezin a danûstandinê û 300 otomobîlên nav bayîyekî hatin şewitandin.
Hêjayî gotinê ye, Kaledonyaya Nû giraveke Fransa ya bi qasî 16 hezar kîlometran dûrî Fransayê ye û protestoyên dijî Fransayê jî piştî hilbijartinên 13ê Gulanê dest pê kirin. Piştî protestoyan Fransayê hêzên teqwiye şandibûn giravê. Heta niha di bûyeran de zêdetirî 280 kes hatine binçavkirin û 84 kes ji polîs û cendermeyan jî birîndar bûn.
Balafira Macron ji Parîsê bi rê ketiye û tê çaverêkirin îşev bigihe Kaledonyaya Nû û wê hewl bide rageşiya li herêmê kêm bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin