Macron ragihand ku wê derxistina qanûna sîstema dengdana Kaledonyayê pasde bixin
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku wê derxsitina qanûna sîstema hilbijartinê ya Kaledonya Nû paşde bixin û bixebitin da çareyekî dinê jê re bibînin. Macron her weha got ku ji bo li giravê pêvajoya siyasî pêşde bixin, pêngavên girîng avêtine.
Macron seredana Kaledonyayê kir û li payîtext Noumeayê bi nûnerên siyasî re civiya. Li Kaledonyayê bûyerên şiddetê rû dabûn û Macron piştî bi nûnerên siyasî re civiya, got ku di civînê de pêngavên baş avêtiye.
Macron got ku nabe bi zorê sîstema hilbijartinê biguhêrin û ji bo çareserkirinê wê li rêyên din bigerin. Macron ragihand ku wê di hefteyên pêşde karibin li hev bikin û eger li Parîsê parlementer reformê qebûl bikin, wê bibe qanûn û rewatiya wê çêbibe.
Macron ragihand ku divê reform li Kaledonyayê bixin ber dengdana xelkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin