Macron ciwantirîn Serokwezîr ragihand: Gabriel Attal
Peyama Kurd - Piştî ku Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne dest ji kar berda, Serokomar Emmanuel Macron Wezîrê Perwerdeyê Gabriel Attal ê 34 salî wek serokwezîrê nû ragihand.
Attal di dîroka Fransayê de bû serokwezîrê herî ciwan lewre, ji partiya Sosyalîst Laurent Fabius, di 1984an, di dema Serokkomariya François Mitterand de, di 37 saliya xwe de bûbû serokwezîr, lê êdî rekora temenî di destê Attal de ye.dema ku di sala 1984-an de ji hêla François Mitterrand ve hat tayîn kirin.
Gabriel Attal her wiha yekem serokwezîr e ku hevzayendiya xwe ji raya giştî ya Fransayê re ragihandibû.
Attal, piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) yên ku wê di meha Pûşperê de pêk bên, wê nûnertiya Fransayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin