Macron Serokwezîrê nû yê Fransayê eskere kir: Michel Barnier
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî du mehên gera duyem a hilbijartinên pêşwext, ji bo serokwezîrtiyê navê Michel Barnier wek serokwezîr ragihand.
Du meh piştî gera duyem a hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Fransayê, Serokomar Emmanuel Macron Serokê berê yê danûstandinên Brexitê yê Yekîtiya Ewropayê Michel Barnier wek serokwezîrê nû yê Fransa destnîşan kir.
Barnier du caran nûnertiya Fransa li Komîsyona Ewropayê kiriye ku di navbera salên 2016 û 2021ê de wek danûstankarê sereke yê Brexitê bo Yekîtiya Ewropî xebitîye.
Parlamena Neteweyî ya Fransayê niha li sê blokên wekhev hatiye dabeşkirin ku ew jî hevalbendiya çepgir Eniya Gel a Nû (NFP), hevbendiya Ensemble ya navendî ya Macron û partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgir a tund RN ye. Hemû partiyan eşkere kiriye ku naxwazin bi ti partiyên din re koalîsyonê ava bikin.
Lewra jî yek 3 blokên siyasî bêyî piştgiriya bi kêmanî beşek ji kampeke din nikare piraniya mutleq ya 289 kursiyan bi dest bixe û hikûmetê bi yekdestî damezrîne. Michel Barnier, wê hewl bide bi eniyên çepgir û sosyal demokrat re hikûmetê ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin