Nûnerên Tifaqa Çep a Fransayê derbasî Koska Elysee bûn: Wê Macron serokwezîrê nû ragihîne
PeyamaKurd - Nûnerên Tifaqa Çep a Fransayê ji NFPyê ji bo diyarkirina serokwezîrê nû derbasî Koşa Elysee bûn û Serokomar Emmanuel Macron re hevdîtin kirin.
Tifaqa Çep di hilbijartinên dawî yên Fransayê de, bi 193 kursiyan nûnertiya herî berfireh a gel li Fransayê dike. Şanda NFPyê tevî namzedê xwe yê serokweziriyê Lucie Castets serdana Macron kir ku çaverê ye serokwezîrê nû tayîn bike.
Niha li Fransayê serokwezîrê berê Gabriel Attal tevî ku piştî hilbijartinan îstifa kiriye jî erka serokwezîriyê bi awayê demkî didomîne.
Heke Macron namzedê Tifaqa Çep wek serokwezîrê nû destnîşan bike, pêwîste ji parlamentoyê jî baweriyê bistîne û herwiha heta 1ê Cotmehê jî budçeya 2025an a Fransayê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin