Macron îstifaya Serokwezîrê Fransayê Philippe pejirand

03 July 2020 15:51 0 dîtin
Macron îstifaya Serokwezîrê Fransayê Philippe pejirand

PeyamaKurd - Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe karvekêşana xwe ya ji serokwezîrtiyê pêşkêşî Serokomar Emmanuel Macron kir.

Serokwezîrtiya Fransayê ragihand ku Serokwezîr Philippe, îro sibehê îstifaya xwe pêşkêşî hikumetê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta hikumeta nû diyar bibe, Serokwezîr û endamên hikumetê wê karê xwe yê rojane bidomînin.

Hat ragihandin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îstifaya serokwezîrê Fransayê pejirandiye ku ev îsitfa piştî gera duyemîn a hilbijartinên şaredariyê tê.