Li Fransayê çepgir daketin kolanan û li dijî Macron û serokwezîrê nû çalakî kirin

21 September 2024 23:25 0 dîtin
Li Fransayê çepgir daketin kolanan û li dijî Macron û serokwezîrê nû çalakî kirin

PeyamaKurd – Li Fransayê bi sedema serokê dewletê Emmanuel Macron wezîfe da kesê bi navê Michel Barnier û ji ber rastgire, destekvanên hevkariya çep an ku çepgir xwepêşandanê kirin.

Di hilbijartinê de ji ber namzedê hevkarê çepgiran bêhtir dengan anîbûn û Macron di şûna wî de wezîfa avakirina hukumetê da yê rastgir Michel Barnier, bû sedema xwepêşandanan.

Çalakvanên hevkariya çepgir li Parîsê civiyan û hukumeta Barnier protesto kirin. Çalakvan li meydana Bastille civiyan û ber bi meydana Nation ve meşiyan, li dijî hukumetê sloganan qêriyan.