Li Yunanistanê xwendekar li dijî reforma perwerdehiyê daketin kolanan
PeyamaKurd - Li Yunanistanê xwendekar li dijî plana reforma perwerdehiyê ya hikûmetê ku rê li ber zanîngehên taybet vedike, daketin kolanan û planê protesto kirin.
Di protestoyên ku profesor û mamostayên zanîngehan jî piştgirî didin de xwendekar veqetandina para perwerdehiyê ya ji budceyê jî protesto kirin.
Li Yunanistanê para budceya navendî ya ku ji perwerdehiyê re hatiye veqetandin, daketiye asta herî kêm a 25 salên dawî.
Li dijî reformên plankirî yên hikûmetê yên ji bo hîndekariya bilind, ku tê xwestin zanîngehên taybet bêne damezirandin, xwepêşandan hin girseyîtir bûn.
Hêzên polês ên paytext Atînayê diyar kirin ku di xwepêşandanên duh yên li Atînayê de nêzîkî 15 hezar xwendekar beşdar bûne.
Hate ragihandin ku li 150 kolêjên zanîngehên bajarên cuda yên Yunanistanê çalakiyên protestoyî berdewam dikin.
Li gorî plansaziya nû ya perwerdehiyê ku hikûmetê amade kiriye, zanîngehên bê qezenc wê di Îlona 2025'an de dest bi qebûlkirina serlêdanên perwerdehiya taybet bikin.
Profesor jî li dijî planê ne
Piraniya profesorên zanîngehan jî bi mebesta ku wê şertên qebûlkirina perwerdehiya taybet a zanîngehan hêsan bike û perwerdehiyê bêtir bi pare bike, li dijî plana hikûmetê derdikevin.
Nêzîk 200 profesorên ji zanîngehên cuda yên welat, vê hefteyê daxwaznameyek îmze kirin û hikûmetê tawanbar kirin.
Profesoran hewla hikûmetê bi 'xerabî' penase kirin û ji ber astengkirina çalakiyên li dijî reformê hikûmetê bi awayekî tûnd rexne kirin.
Profesoran dane zanîn ku ew ê ji bo protestokirina planê û piştgirîdayîna xwendekaran beşdarî çalakiyên online yên li kolêjên ku xwendekar lê rûniştine bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin