ÎRAN - ROJHILAT | Di xwepêsandanên dijî rejîmê de dengê xwendekar û mamosteyan bilind dibe…

04 October 2022 18:20 0 dîtin
ÎRAN - ROJHILAT | Di xwepêsandanên dijî rejîmê de dengê xwendekar û mamosteyan bilind dibe…

PeyamaKurd – Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 19emîn de, berdewam dikin û di nav du rojên dawî de protestoyên rejîmê yên xwendekarên zanîngehan û mamosteyan derketin pêş.

Bi minasebeta roja cîhanî ya mamosteyan, îro 4ê Cotmehê hemû mamosteyên bajarên Kurdistan û Îranê greva giştî ragihandin.

Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan ji xwendekar û dersxwanên dehkên 80yî û 90î re gotin, “Em heyranê wêrekbûna we ne û em mamoste ji we dersa wêrekî û azadiyê hîn dibin.”

Xwandekarên zanîngeha Huner a Tehranê jî çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin û diruşmên weke; “Hincî hincî kirin û Şerîf di xwînê de sor kirin” qêriyan û êrîşên hêzên Îranê li ser xwepêşanderan şermezar kirin.

Xwendekaran li zanîngehên Xoresan û Tebrîzê di protestoyan de bersiva daxuyaniyên Rêberê Olî yê Îronê Elî Xamineyî dan ku xwepêşander wekî fitnekar nîşan dabû û diruşmên; “Fitne di nav sitemkar de ye û ji min re nebêje fitineçî” qêriyan.

Mamosteyên bajarê Şîrazê di xwepêşandana xwe de, agir berdan wêneyên Xûmêynî û Xamineyî bi diruşmên, “Xamineyî qatile û wilayeta wî betale” li hember siyasetên serkutkarî ya rejîmê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li bajarê Meşhedê jî bazariyan li hember êrîş û zordariyên hêzên ewlehîyê bi daxistina dikanan û bazaran nerazîbûna xwe anîn ziman.

Herwiha li zanîngehên Kurdistanê jî xwendekar beşdarî greva giştî bûn û bi xwepêşandanan nerazîbûna dijî rejîma Îranê nîşan dan ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ev 19 roj in protestoyên xwe dewam dikin.