ÎHRê bîlançoya xwepêsandanên Rojhilat û Îranê parve kir!
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwêcê ye, bîlançoya xwepêşandanên li Îran û Rojhilat eşkere kir.
Li gorî ÎHRê hejmara kesên di xwepêşandanan de mirin derket 476an. Di raporê de hat diyarkirin, ji xwepêşanderan 34 jin û 64 jî ji 18 salî biçûktir in.
Li gorî vê raporê, herî zêde hejmara qurbaniyan li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ye ku Sunî û Kurd lê kom bûne.
Muhsîn Şikarî yê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn, 75 roj şûnde di 8ê Kanûnê de û Mecîdrîza Rahneverd jî piştî 23 rojan di 12ê Kanûnê de hatibûn înfazkirin.
Di raporê de hat bibîrxistin, herî kêm 100 kes di bin metirsiya cezayê darvekirinê, hepsê û îdamê de ne û jixwe yên ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin