Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê ji bo pistevaniya xwepêsandanên Rojhilat û Îranê porê xwe jêkir

07 October 2022 13:01 0 dîtin
Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê ji bo pistevaniya xwepêsandanên Rojhilat û Îranê porê xwe jêkir

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib ji bo piştevaniya xwepêşandanên welatiyên Rojhilat û Îranê, di rûniştana Parlamentoyê de porê xwe jêkir.

Hadja Lahbib eşkere kir, ew ji ber kuştina Jîna Emînî xemgîn e.

Herwiha da zanîn, heta niha 150 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne an jî hatine desteserkirin.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, heşt welatên Yekîtiya Ewropayê ku ji Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya, Danîmark, Belçîka, Çek û Luksemburgê pêk tê, daxwaz kirine ku sizayên zêdetir bi ser rayedarên saziyên ewlehiyê yên Îranê de werin sepandin.

Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib bi zimanê Fransî diaxive û bi eslê xwe ji welatê Cezayîrê ye.