Wezîra Karên Derve ya Swêdê pistevaniya xwe ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dubare kir
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Swêdê, bi şandeke bilind a MSDê re civiya û di civînê de diyar kir, Swêd wê li ser hevpeymanî û piştevaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam be.
Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û şanda li gel do, 11/12/2021, serdana Swêdê kir û bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re civiya.
Derbarê serdana Îlham Ehmed û şanda li gel de ji bo Swêdê daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin, lê Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, li ser Twittera xwe peyamek li ser naveroka civînê belav kir û kêfxweşiya xwe li ser serdana şanda Rojavayê Kurdistanê derbirî. Herwiha da zanîn, wan di civîna li gel Îlham Ehmed de, rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin û herwiha Ann Linde piştevanî û hevpeymaniya welatê xwe li gel Kurdên Rojava dûpat kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin