Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Helwesta me ya li dijî PKKê neguheriye
PeyamaKurd-Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku helwesta wan a li hember PKKê neguheriye. Ann Linde da zanîn ku ew li ser dezenformasyonan, neçar maye ku vê daxuyaniyê bide.
Ann Linde îro li ser rexneyên rayedarên Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got ku “Ji ber dezenformasyonên berfireh ên li ser Swêd û PKKê, em dixwazin bi bîr bixin ku piştî Tirkiyeyê, Hikûmeta Olof Palme welatê yekemîn bû ku di sala 1984an de PKKê tevlî lîsteya rêxistinên terorê kir. Ev helwest nehatiye guhertin."
Ji ber ku Tirkiye welatên Swêd û Finlandiyayê bi piştgiriya rêxistinên terorî tawanbar dike, naxwaze ku herdu welat bikevin NATOyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin