Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Xweshal im ku vê carê jî hatime Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyam

23 November 2021 14:02 0 dîtin
Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Xweshal im ku vê carê jî hatime Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyam

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, dilxweşiya xwe ji ber serdana xwe ya Hewlêrê nîşan da û diyar kir, bi Serokê Herêma Kurdistanê re, pirsên mafên mirovan û koçberan gotûbêj kirine.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde li ser twittera xwe eşkere kir: “Xweşhal im ku vê carê jî hatime Hewlêrê û min hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir. Pêwendiyên bihêz di navbera Swêd û Herêma Kurdistanê de hene.”

Wezîra Karên Derve ya Swêdê destnîşan kir, di hevdîtinê de wan qala rewşa siyasî û ewlehiyê, mafên mirovan û koçberan û çaksaziyê kirine.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, do 22/11/2021ê bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Karên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwazî lê hate kirin.

Herwiha do jî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.