Serok Mesûd Barzanî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re civiya

23 November 2021 15:00 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 23ê Mijdara 2021ê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, gefên terorê, hizra tundûtûjiyê, girîngîpêdana bi kultura demokrasî û mafên mirovan hatin guftûgokirin.

Herwiha di vê civînê de, her du alî ji bilî amajepêdana bi dostaniya gelê Kurdistanê û Swêdê, hebûna hejmareke mezin ji welatiyên Kurd û revenda Kurdî li Swêdê, wek pireyeke bihêz ji bo firehkirina pêwendî û dostaniya di navbera her du gelan de zanîn.

Di dirêjahiya civînê de, pêzanîna Wezîra Karên Derve ya Swêdê ji bo xweragî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şikandina teroristên DAIŞê de hebû û hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina pêkhateyan, pêkvejiyan û bihêzkirina rola jinan di jiyana giştî de, bilind nirxand.

Di berdewamiyê de Serok Barzanî spasiya welatê Swêdê kir ku di rojên teng de her dem piştevana gelê Kurdistanê bû û helwesta wê ya mirovdostane ji xebata gelê Kurdistanê re hebû.

Herwiha Serok Barzanî spasiya Hikûmeta Swêdê kir ku di şerê li dijî teroristên DAIŞê de, piştevaniya hêzên Pêşmerge kir û daxwaz kir, dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê zêdetir bêne berfirehkirin.