Serokwezîr Barzanî wezîra karên derve ya Brîtanyayê pîroz kir

15 September 2021 21:45 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî wezîra karên derve ya Brîtanyayê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema ku di hukumeta Brîtanya de di ya Boris Johnson de guherîn çêbû û Liz Truss bû wezîra karên derve ya Brîtanyayê, wê pîroz kir. Peyama Barzanî di ser hesabê wî yê Twitterê de hat belavkirin:

“Bi sedema wezîfedarkirina Liz Truss weka wezîra karên derve ya Brîtanyayê, ez wê pîroz dikim. Ji bo îstîqrara herêmê û mijarên din em bende ne ku pêre ji nêzve xebatê bikin.”