Wezîra karên derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib giha Gurcistanê

23 August 2023 22:11 0 dîtin
Wezîra karên derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib giha Gurcistanê

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Belçîkayê Hadja Lahbib giha Gurcistanê û bi hemkarê xwe yê Gurcî İlia Darçiaşvili re hevdîtin kir. Di hevdîtinê behsa xwurtkirina têkiliya navbera her dû dewletan û mijarên bazirganiyê kirin. Lahbib, hem wezîra karên derve ya Belçîkayê ye û hem wezîra Yekîtiya Awrûpayê ya karên Awrûpa û dezgeyên çandê ya Federal e.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Gurcistanê, Lahbib hevdîtina xwe ya bi Darçiaşvili re ji çapemeniyê re girtî kiriye. Darçiaşvili, piştî hevdîtinê ragihand ku hevdîtin gelek baş derbas bûye û behsa çawayiya xwurtkirina têkiliyên her dû welatan kirine.

Darçiaşvili ragihand ku Belçîka destekê didin entegrasyona Gurcistanê bi YA re û weha got:

“Ji bo me girînge ku sala bê Belçîka dibe serokê YAyê û wê Belçîka ji bo firehbûna YAyê roleka girîng bide ser milê xwe.”

Dê wezîra seredana Osetya Başûr jî bike ku ji Gurcistanê serxwebûna xwe îlan kiribû û Rûsya jî destekê dide wê. Lahbib, wê siba bi serokkomarê Gurcistanê Salome Zurabişvili re hevdîtin bike.