HRANAyê bîlançoya protestoyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eskere kir…

03 October 2022 19:43 0 dîtin
HRANAyê bîlançoya protestoyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eskere kir…

PeyamaKurd – Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di roja 17emîn a xwepêşandanên li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir.

HRANAyê diyar kir ku diruşma protestoyan guherî ye û êdî li şûna ‘Jin Jiyan Azadî’ diruşmên wekî; ‘Ji dîktator re mirin!’, ‘Netirsin em bihevre ne!’, ‘Azadî’ û ‘Êdî ev şoreş e!’ têne bikaranîn.

Li gorî rapora HRANAyê di encama protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê exlaqê ve, dest pê kirine di serî de li Tehran, bajarên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.

Hat eşkere kirin ku heta 2yê Cotmeha 2022yan, li 103 bajar û bajarokan û li 48 zanîngehan 289 xwepêşandan hatine kirin.

Li gorî raporê heta niha 130 kes bi guleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û ji bilî binçavkirina bi hezaran kesan û bi sedan kes jî birîndar bûne.