Bîlançoya protestoyên tayînkirina qeyûman: 92 kes hatin binçavkirin!

05 November 2024 12:40 0 dîtin
Bîlançoya protestoyên tayînkirina qeyûman: 92 kes hatin binçavkirin!

PeyamaKurd – Dema ku nîqaş û nerazîbûnên li ser tayînkirina qeyûman dewam dikin, bilançoya kesên di protestoyan de hatine binçavkirin jî eşkere bû. Li gorî agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA); heta niha herî kêm 92 kes hatine binçavkirin.

Di çalakiyên ku duh li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Batmanê ya di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM)ê de dest pê kir 75 kes hatine binçavkirin. Proseya kesên polîsan bi şidetê ew binçavkirin dewam dike.

Gurcan Turşaka ku duh li Edeneyê di dema çalakiya dijî qeyûm de rastî şideta polîsan hatî û hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wê bi şev hat berdan. Li gorî heman çavkaniyê; Şaxa ÎHDyê ya Edeneyê dê der barê polîsan de ku tundî li Turşak kirine serlêdana sûc bike.

Li Xelfetiyê bi ser malan de girtin

Li navçeya Xelfetiyê di serdegirtinên malan de gelek kes hatine binçavkirin. Navê kesên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê binçavkirî ne, wiha ne: “Adle Fîdan, Muhammet Algaç, Elîf Yalçin, Berîvan Kocaoglû, Yusuf Yeşîltepe, Gûrkan Goktaş, Seve Yalçinkaya û Musa Yalçinkaya.”

Tê payîn ku hejmara binçavkirinan zêdetir bibe li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku yek ji deran bû qeyûm bo şaredariya wê hat tayînkirin.

Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin. 9 kesên ku sedema binçavkirina wan nehatiye zanîn, birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.