Tulay Hatimogullari: Tayînkirina qeyûman a bo Saredariya Miksê, pûçkirina îradeya gel e

30 November 2024 09:17 0 dîtin
Tulay Hatimogullari: Tayînkirina qeyûman a bo Saredariya Miksê, pûçkirina îradeya gel e

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullari, têkildarî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Miksa navçeya Wanê got, “Tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê, pûçkirina îradeya gel e. Em vê desteserkirina îradeyê şermezar dikin! Qeyûma ku heta bi qetîtkê demokrasiyê jî ji holê radike, dike ku meşrûiyeta hikûmetê pê pûç bibe.”

Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullariyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a bo Şaredariya Miksê da.

Hatîmogullariyê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê, ev tişt anî ziman: “Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksa Wanê pûçkirina îradeya gel e. Em vê desteserkirina îradeyê şermezar dikin! Qeyûma ku heta bi qetîtkên demokrasiyê jî ji holê radike, dike ku meşrûiyeta hikûmetê pê pûç bibe. Hûn ê ji xeynî emanetên xwe ti kesî bi xwe re nebînin. Her ku zilma we zêde bibe, hûn ê di demek nêz de dawiya xwe bibînin. Banga me ji raya giştî ya demokratîk re ew e ku bi ruhê berxwedana Wanê Miksê biparêzin. Werin em hemû li dijî van darbeyên berdewam demokrasiyê biparêzin.”