"Bi tayînkirina qeyûman îradeya hilbijêran tê pasguhkirin"
PeyamaKurd – Partiya Niştimaniya Kurdistanê (PWK) ragihand, "Tayinkirina qeyûman karekî dijdemokratîk û nayê qebûlkirin e ku îradeya dengderan paşguh dike."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PWKê doh Duşemê 04.11.2024an di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de bertek nîşanî biryara li ser Partiya DEMê ya ji bo tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Mêrdîn, Batman û Rihayê/Halfetiyê da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di tayînkirina qeyûman de îradeya hilbijêran li ber çavan nayê girtin û hat gotin, "Tayînkirina qeyûman, pêkanîneke dijdemokratîk û nayê qebûlkirin e ku îradeya hilbijêran ji nedîtî ve tê."
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Tirkiyeyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Şaredarên Batman û Halfetiyê yên ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de bi dengên gel hatibûn hilbijartin, ji peywirê wan dûr xist û li şûna wan qeyûm tayîn kir."
Di derbarê biryarê de ev daxuyanî hatin dayîn:
“Eşkere ye ku tayînkirina qeyûman berhema biryar û têgihiştineke antîdemokratîk, siyasî ye ku îradeya hilbijêrên li Mêrdîn, Batman û Halfetiyê ji nedîtî ve tê û pêkanîneke ku nayê qebûlkirin e. Em biryara wan a tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Divê Şaredarên Mêrdîn, Batman û Halfetiyê vegerin ser erkên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin