IHD: Di protestoyên qeyûman de bêhtirî 1000 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser destdanîna ser hersê şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji aliyê wezareta navxwe ya Tirkiyê ve belav kir.
IHDê kiryara tayînkirina qeyûman wekî lekeyek reş dîroka demokrasiyê bi nav kir û diyar kir ku hêzên ewlekariyê bi awayekî kêfî detwerdaneke tund li dijî hemwelatiyên protestoyan dikin pêk tînin û mafên mirovan binpê dikin.
IHDê mudaxeleyên polîsan ên tund li dijî xwepêşanderan wekî binpêkirina hiqûqê û nehiştina mafê rewa yê hemwelatiyan pênase kir û got, “Tundiya bi bikaranîna hêza bêpîvan a li hemberî jin, îxtiyar û zarokan dijî mafên bingehîn û azadiyan e û nayê qebûlkirin.”
Li gorî daxuyaniya IHDê di çalakiyên li gelek bajaran ên dijî qeyûman de, tenê li 19ê Tebaxê bi qasî 420 kes hatine binçavkirin û heta 23yê Tebaxê jî ew hejmar hezarî derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin