Di protestoyên yasaya bacê yên Kenyayê de 22 hatin kustin
PeyamaKurd – Di xwepêşandanên paytexta Kenyayê Nairobiyê de ku ji ber zêdekirina bacê li ser welatiyan dest pê kiribûn, hejmara kesên can dane gihîşt 22yan.
Piştî ku duh 25ê Hezîranê yasaya zêdekirina bacan li parlamentoyê hate pesendkirin li Kenyayê xwepêşandanên protestoyê gurtir bûn û xwepêşander û hêzên ewlekariyê pev çûn.
Li gorî zanyariyên dawî yên ji Kenyayê, hejmara miriyan gihîştiye 22 kesan ku 19 ji wan bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.

Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Kenyayê Roseline Odede ragihand, di protestoyan de 19 ji wan bi guleyên polîsan 22 kes hatine kuştin û 300 kes jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, hikûmetê piştî nerazîbûna gel ragihandibû ku ew dê di yasaya bacê de sererastkirinê bikin, lê yasa wekî xwe hate qebûlkirin û protesto hîn zêdetir bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin