Li Idlib, Ezaz û Babê protestoyên dijî Tirkiyê: Alên Tirk hatin daxistin û çirandin

01 July 2024 17:27 0 dîtin
Li Idlib, Ezaz û Babê protestoyên dijî Tirkiyê: Alên Tirk hatin daxistin û çirandin

PeyamaKurd – Piştî ku eşkere bû hikûmeta Tirkiye û rejîma Esed ber bi asayîkirina pêwendiyan û danîna pêwendiyên dîplomatîk ve diçin, li herêmên jêr kontrola çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike alozî derket.

Li bajarên Idlib, Ezez û Babê protestoyên dijî Tirkiyê çend roj in berdewam dikin. Protestoyan pêşî piştî vekirina deriyê sînorî Zawiye  yê bi hikûmeta Şamê re dest pê kir û her diçe bi daxuyaniyên Erdogan û Esed yên nermbûn û asayîbûnê re jî mezintir dibin.

Li bajarê Babê xelkê êrîşî barhilgirên ku ji Tirkiyê çûbûn kir û li hin deveran jî bi tekbîran alên Tirkiyê hatin çirandin û alên opozîsyona Sûriyê hatin hildan.

Herwiha li ser sazî û kargehên Tirkiyê jî alên Tirkiyê hatin daxistin.

Li gorî nûçeyan ji doh 30yê Hezîranê ve alozî mezin bûye û her diçe protestoyên li dijî Tirkiyê berbelav dibin.