Li Îranê protestoyên dijî pêla îdaman dewam dikin
PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hejmarek zêde girtiyên siyasî û xwepêşanderên girtî têne darvekirin ku ev yek rastî nerazîbûneke zêde ya xelkê Îranê hatiye.
Şeva borî li bajarên Tehran, Meşhed, Gurgan û Avdananê li dijî pêla îdamkirina hemwelatiyan xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.
Şevê din li çar taxên Tehranpars, Ikbatan, Setraxan û Ariyanşehr ên Tehranê li dijî darvekirinan xelk rijan ser kolanan û dirûşmên herifîna rejîma Îranê gotin.
Li Meşhed û Gurganê jî, dirûşmên wek “qatilê her Îraniyekî, hikûmeta Îslamî ye, mirin bo Xamineyî û dîktator” hatin qêrîn.
Dîsa li devera Avdanana Îlamê jî xwepêşanderan agir pêxist û li dijî rejîmê dirûşm qêriyan.
Hêjayî gotinê ye, şeva Înê 19ê Gulanê jî piştî îdamkirina 3 welatiyên bi navên; “Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yeiqûbî” li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatibûn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin