Xelkê Belûc serhildan û protestoyên Înê yên dijî Îranê didomînin

10 March 2023 19:57 0 dîtin
Xelkê Belûc serhildan û protestoyên Înê yên dijî Îranê didomînin

PeyamaKurd – Serhildan û protestoyên xelkê Belûcistanê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji Îlona 2022yan ve dest pê kiribûn, her rojên Înan berdewama dikin.

Xelkê bajarê Zahîdan ê Belûcistanê, îro 10ê Adarê piştî nimêja Înê careke din daketin kolanan û dirûşmên dijî Xamaneyî û Sûpaya Pasdaran qêriyan.

Xwepêşanderên Belûç pi piştî nimêja Înê li mizgefta Mekkî ya bajarê Zahidanê, bi dirûşmên wekî; “azadî azadî, mamosteyên olî divê bêne berdan, em ê tola xwîna birayên xwe hildin, mirin bo dîktator û mirin bo Xamineyî” meşiyan.

Li bajarê Raskê jî tevî tedbîrên tund ên hêzên Îranê jî xelkê Belûç xwepêşandan li dar xistin û gotin, ew dê tola kuştina zêdetirî 100 welatiyên Belûç ku beriya niha piştî nimêja Înê ya li Mizgefta Mekke ya Zahîdanê, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin, bistînin.