HRANAyê amarên dawî yên protestoyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê eskere kir...
PeyamaKurd – Ajansa Nûçevaniya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên dawî yên xwepêşandanên dijî rejîma Îranê yên seranserî belav kir.
Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê ev 55 roj in, xwepêşandanên protestkirina rejîma Îranê berdewam dikin ku hêzên rejîmê bi guleyên rastîn û tundûtujiyeke dijwar destwerdana xelkê serhildêr dikin.
HRANAyê herî dawî ragihand ku heta niha herî kêm 330 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hatine kuştin ku ji wan jî 50 kes zarok in.
Hat diyarkirin ku 15,092 kes jî hatine binçavkirin ku nasnameyên hejmareke zêde ji binçavkiriyan nehatine zanîn û çarenivîsa wan nediyar e.
HRANAyê herwiha eşkere kir ku ji 137 zanîngehan 440 xwendekar hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin