HRANAyê amarên kustinkariya 60 rojan a hêzên Îranê eskere kir

18 November 2022 19:42 0 dîtin
HRANAyê amarên kustinkariya 60 rojan a hêzên Îranê eskere kir

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ya Îranê amarên kuştinkariya hêzên Îranê yên 60 rojên protesto û serhildanên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

HRANAyê ragihandiye ku ji 16ê Îlona 2022yan ve di nav 60 rojên xwepêşandan û serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, 381 xwepêşander bi gulebarana rasterast a hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku di nav wê amarê de 57 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin.

Herwiha HRANAyê daye xuyakirin, heta niha 16088 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku tenê nasnameya 2,097 kesan diyar bûye.

Hat eşkere kirin ku xwepêşandan heta niha li 146 bajarên Îran û Kurdistanê hatine kirin ku xwendekarên 140 zanîngehan beşdarî serhildanê bûne.