Bîlançoya dawî ya kustinkariya hêzên Îranê ya 45 rojan hat eskere kirin
PeyamaKurd – Rêxistinên mfên mirovan di 46emîn roja protesto û serhildanên seranserî yên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, amarên dawî yên kuştina xwepêşanderan bi guleyên rasterast ên hêzên rejîmê eşkere kirin.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, xwepêşandan li 22 eyalet û bi dehan bajaran hatine kirin û bûyerên kuştinê jî herî zêde li Sistan-Belûçistan, Tehran, Sine, Mazenderan û Gilanê hatine tomarkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, eşkere kir ku di 45 rojên protestoyên berdewam de, 277 xwepêşander hatine kuştin ku ji wan 40 kes temenê wan di bin 18 saliyê de ne. Herwiha hatiye diyarkirin ku hejmara rastîn gelekî zêdetir e ku hîn nehatine tomarkirin.
Li aliyê din Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di rapora xwe ya dawî de eşkere kiriye ku heta niha 288 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 48 ji wan jî zarok in.
Hêjayî gotinê ye, protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji 16ê Îlonê ve hatine destpêkirin, rastî êrîşên tund ên hêzên rejîmê tên. Herwiha gelek dîmenên gulebarana rasterast û îşkencekirina xelkê nerazî li kolan û kuçeyan têne belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin