Li Rojava rewsa dawî: Îranê, hêzên berdest sandin!

27 March 2023 15:00 0 dîtin
Li Rojava rewsa dawî: Îranê, hêzên berdest sandin!

PeyamaKurd- Piştî êrîşa balafirên bêmirov a li ser baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li Hesekê, milîsên Îranê ku Amerîkayê bi tundî bersiva wan dabû, rastî gelek ziyanên leşkerî hatin û Îranê hêzeke leşkerî ku ji hejmareke zêde otombîlan pêk dihat, ber bi bajarê El-Meyadîn ve birin Rojava.

Li gorî raporta Rewangehê, hat gotin ku hêz ji bi dehan endamên gundê Hatla û milîsên gundewarên Dêra Zorê û gundewarên Reqayê pêk tê.

Di 24ê Adarê de Hevpeymaniya Navdewletî, li El-Bokemalê çend êrîşên asîmanî pêk hanîbûn û êrîş li depoyên çek û cebilxaneyan li "navenda genim" û "navenda geşepêdana gundewarî" li hemberî "Niştecihên efseran" li taxa Harabeş li bajarê Dêrezorê û cihên din li bajarê Dêrezorê kiribûn.