Hêzên Talîban û Îranê li ser sînor ketin rewsa amadebasiyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber aloziya ser sînorên Afganistana û Îranê ku ev demek e berdewam dike, hêzên Tevgera Talîbanê û yên Îranê ketine rewşa amadebaşiyê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî hêzên Taliban û Îranê li ser Sînorê Duxarûnê du aliyên sînor bi çekên giran û tankan daxistine û di rewşa amadebaşiyê de ne.
Herwiha hatiye ragihandin ku Îranê hêza xwe ya bi navê Leşkerên 88 a Zirêpoşî yên Zahîdan şandine ser sînor.
Çend roj berê hêzên Talîbanê li ser sînor dest danîbûn ser maşîneyeke leşkerî ya hêzên Îranê û gumrîka sînorî ya Duxarûn jî ji maşîneyên Îran û Afganistanê hatibû valakirin ku niha ew deriyê sînorî hatiye daxistin.
Dîsa li gorî çavkaniyên herêmê beriya wê bûyerê helîkopterên Sipaha Pasdaran êrîşî hêzên Talibanê kiribûn û Talîbanê jî bi çekên giran û sivik li wir bicih bûbû.
Hat zanîn ku hêzên Talîban û Îranê niha ji ber egera şerekî ketine rewşa amadadebaşiyê li ser sînorê Daxarûnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin