Di navbera hêzên sînorî yên Îranê û hêzên Talîbanê de ser derket
PeyamaKurd – Medya Îranê diyar kir ku di navbera hêzên sînorî yên Îranê û hêzên Talîbanê de şer derketiye.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê ji zarê Meisam Barazande ku walîyê eyaleta sînorî yê Hirmandê da zanîn, di derbarê bûyerê de, lêpirsînek didome.
Ajansê li ser pevçûnê hûrgulî yan jî hejmara kuştî û birîndaran agahî neda.
Herwiha ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Îranê Tasnimê jî eşkere kiriye, çekdarên Talîbanê malên li herema Şokalakê gulebaran kirine, ya ku li ser sînorê eyaleta Nimruz a Afxanîstanê ye.
Tasnimê di berdewamiyê de gotiye, hêzên Talîbanê hewl dane ku li herêmeke ku ne girêdayî axa Afxanîstanê ye, ala Talîbanê hildin, lê piştî danûstandinan aramî pêk hatiye.
Ajansê ji zarê Cîgirê Wezîrê Navxwe Mecîd Mîrahmedî diyar kiriye, pêşî hêzên Talîbanê hêzên sînorê yên Îranê gulebaran kirine û hêzên Îranê jî neçar kirine ku ew bersîvê bidin; heya ku wan rewş xistine bin kontrolê.
Hat ragihandin ku şerê di navbera her du alîyan de qasî saet û nîvekê berdewam kiriye.
Mîrahmedî herî dawî daye zanîn, pevçûneke bi vî rengî roja şemîyê jî qewimîye, jiber ku Talîban rêzê li "sînorê bejayî û fermî" ya di navbera her du welatan de nagire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin