Di navbera çekdarên Belûç û hêzên Îranê de pevçûn: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li sînorê parêzgeha Sîstan û Belûçîstan a Îranê, di navbera çekdarên Belûç û hêzên ewlehiya Îranê de pevçûn çêbû.
Li gorî ragihandina medya Îranê, li başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçîstanê pevçûna çekdarî di navbera parêzvanên sînor ên Îranê û hêzên dijber de rû da û parêzvanekî sînor ê Îranê hate kuştin.
Li aliyê din çalakvanên Belûç jî ragihandine ku di pevçûna li ser sînorê bajarê Serawan rû daye de 3 kes ji hêzên ewlehiyê hatine kuştin û birîndar bûne û nasnameya yek ji kuştiyan jî Mehdî Nûrî Efşar e.
Qaymeqamê Serawan daye xuyakirin, hejmarek kes birîndar bûne û ew veguhestine nexwaşxaneyê û rewşa tenduristiya wan jî baş e, lê derbarê hejmarê de agahî nedan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin