Di navbera hêzên Îranê û PJAKê de ser derket

14 June 2023 01:03 0 dîtin
Di navbera hêzên Îranê û PJAKê de ser derket

PeyamaKurd – Hat gotin ku di navbera hêzên Îranê û yên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK)ê de li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sine li navça Kosalanê şer derketiye. PJAK ê ragihandiye ku di şer de leşkerekî Îranê miriye. Artêşa Îranê roja duşemê bi piyade, hêzên hewayî û topan li çiyayê Kosalanê operasyon daye destpêkirin. Li ser qewimandinê PJAK ê weha gotiye:

“Ji hêzên Îranê bi hezarî leşker li çiyayê Qalenyanê xwe bicîhkirin. Etraf bi topên hawanê tên topbarankirin. PJAK bi xwe êrîş nake lê xwe diparêze. Di çarçova parastinê de leşkerekî Îranê hatiye kuştin. Heya niha ti zerar negihaye hêzên PJAKê.”

Heya niha li ser bûyerê ji aliyê artêşa Îranê de ti agahî nehatiye dayîn.