Di merasîma meytê Jîna Emînî de di navbera gel û hêzên Îranê de alozî derket

17 September 2022 13:33 0 dîtin
Di merasîma meytê Jîna Emînî de di navbera gel û hêzên Îranê de alozî derket

PeyamaKurd – Beşdarên merasîmê di dema merasîma meytê Jîna Emînî de, li ber avahiya Qaymeqamyeta Seqizê dest bi xwepêşandanekê kirin û alozî derket.

Li gor zanyariyan, beşdaran li dijî desthilatdarên Îranê dirûşm gotin û di navbera gel û hêzên ewlehiyê yên Îranê de alozî derket.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê hewl didin bi çekan û gaza rondikrêj girseyê ji hev belav bikin.