Îro li bajarê Seqizê merasîma Çileya keça Kurd Jîna Emînî birêve diçe

26 October 2022 13:01 0 dîtin
Îro li bajarê Seqizê merasîma Çileya keça Kurd Jîna Emînî birêve diçe

PeyamaKurd – Îro li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê merasîma Çileya keça Kurd Jîna Emînî birêve diçe.

Li gor zanyariyan, piştî ku komeke jinan û ciwanan li navxweyê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herwiha Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistana Îranê û rêxistinên siyasî û çalakvanên din ên opozîsyona Îranê bangawaziya greva giştî û rêveçûna merasîma Çileya Jîna Emînî ragihandin.

Di çarçoveya wê bangawaziyê de, îro 26.10.2022yê çil roj ji ser kuştina Jîna Emînî ku ew keça Kurd a xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibe. Bi hezaran kes îro bi piyan û bi otomobîlan xwe gihandin ser gora Jîna Emînî û careke din rijdbûna xwe ya li ser dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kirin.

Herwiha li gor vîdeo û nûçeyên ji torên civakî belav bûne, îro dukan û bazarên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ne û bi hezaran kes jî bi rêyên cuda ve hewl didin xwe bigihînin ser gora Jîna Emînî ku di merasîma çileyê wê de beşdar bibin.