Resûl: îsal zêdetirî 20 milyon ziyaretkaran besdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûn
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê diyar kir ku îsal 20 milyon ziyaretkar beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûn û di nav wan de jî pênc milyon biyanî hene.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl da zanîn, îsal zêdetirî 20 milyon ziyaretkaran beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûne.
Herwiha Yehya Resûl di daxuyaniya xwe destnîşan kir: “Ji wan 20 milyon ziyaretkaran, 5 milyon biyanî ne ku li gor zanyariyan bi rêya deriyên sînorî û balafirgehên Bexda û Necefê hatine Iraqê.”
Serokê Beşa Karwan û Merasîmên Husêniye yê Iraq û cîhanê Eqîl Yasirî di derbarê mijarê de got, di nava van çend rojan de zêdetirî 12 hezar û 500 karwan beşdarî bîranînê bûne, 300 karwan ji aliyê welatiyên biyanî ve bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin