Hejmara miriyên lehiyan zêde bû: Bandor li ser zêdetirî 6 milyon kesan çêbû

23 August 2024 22:00 0 dîtin
Hejmara miriyên lehiyan zêde bû: Bandor li ser zêdetirî 6 milyon kesan çêbû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama lehiyên piştî barana mûsonê yên li Hindistan û Bangladeşê her diçe zêde dibe.

Li gorî ragihandina çavkaniyan li Hindistanê 23 û li Bangladeşê jî 13 kes di encama lehiyên piştî baranên mûsonê yên 4 roj in bênavber dibarin de, can dane.

Hate diyarkirin ku heta niha li Hindistanê zêdetirî 1.7 milyon welatî û li Bangladeşê jî 4.4 milyon kes di bin bandora lehiyan de mane ku bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Lehiyan ji bilî ziyanên canî ziyaneke mezin a binesaziya bajaran jî bi xwe re aniye.