Hejmara miriyên lehîya bajarên Tirkiyê zêde bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kesên di encama rabûna lehiyên li bajarên Herêma Derya Reş can dane gihîştiye 79 kesan.
11ê Tebaxê li çend bajarên Herêma Derya Reş ji ber barana zêde lehî rabûbûn û ji bilî ziyanên mezin ên canî ziyaneke mezin gihîştibû cihên lehî rabûye.
Navenda Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) di daxuyaniyeke dawî de îro Înê 20ê Tebaxê ragihand, heta niha li bajarê Kastamonûyê 69 kesan, li bajarê Sînopê 9 kesan û li bajarê Bartinê jî kesekî jiyana xwe ji dest dane ku hejmara miriyên lehiyê gihîştiye 79 kesan.
AFADê herwiha daye xuyakirin, hîn jî 34 kes winda ne û xebatên rizgarkirin û dîtina wan didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin