Li Tirkiyê hejmara miriyên Covid-19 gihîst 908 kesan
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên Covid-19 ên 9ê Nîsanê ragihandin.
Li gorî amarên dawî di 24 saetên dawî de, 96 kesên din ji vîrusa koronayê li seranserê Tirkiyê can dane û hejmara miriyên ji Covid-19 gihîştiye 908 kesan.
Hejmara tûşbûyan jî 4 hezar û 56 kesên din zêde bûye û bi giştî hejmara tûşbûyan bûye 42 hezar û 282 kes.
Wezîrê Tirk Koca got, 296 kes baş bûne û hejmara nexweşên bi temamî baş bûne gihîştiye 2 hezar û 142 kesan.
Koca herwiha diyar kir ku ew nêzî hedefa xwe ya rojê 30 hezar testan bûne û li gorî zêdebûna testan jî leza zêdebûna tûşbûyan ber bi kêmbûnê ve diçe.
Hastalarımızdan 296’sı daha şifa buldu. Taburcu olan toplam hasta sayımız 2.142’ye ulaştı. Günlük 30.000 test hedefimize ulaşmak üzereyiz. Artan test sayımıza rağmen vaka artış hızı düşme eğiliminde. Virüs, gücünü temas ortamından alıyor. Evde kalalım.https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/5BNqcJGzAp
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) April 9, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin