Li Tirkiyê hejmara qurbaniyên Covid-19ê gihîst 37 kesan
PeyamaKurd- Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, 37 kesan ji ber vîrusa COVID-19 li wî welatî canê xwe ji dest dane û hejmara haletên tûşbûna bi vîrusê jî gihîştiye 1259 kesan.
Li Tirkiyê 7 kesên din bi sedema vîrusa Covid-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha ji ber vê vîrusê li wî welatî mirine, gihîşte 37 kesan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ev yek li ser hesabê xwe yê twitterê aşkere kir û diyar kir, “tevî hemû hewldanên me, 7 kesên din ji mirovên me yên tûşbûyî jiyana xwe ji dest dan”.
Fahrettin Koca herwiha got, di nava 24 saetên bihorî de 3 hezar û 772 pişkinînên koronayê li seranserê Tirkiyê hatine encamdan, ku encamên 293 ji wan pişkinînan pozîtîv derketin û tûşbûna wan kesan bi vîrusa Covid-19ê hat piştrastkirin.
Koca da xuyakirin, hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê li Tirkiyê derbasî 1259 kesan bûye.
SON 24 SAATTE 3.672 test sonuçlandı. 293 yeni tanı kondu. Çabalarımıza rağmen, hastalığa yenik düşen 7 insanımız daha oldu. GENÇLERE UYARIMIZ VAR: Salgının dışında değilsiniz. Hayatınızı yavaşlatın. Risk ortamına girmeyin. Riski evinize taşımayın. Evde kalın. Hayat eve sığar.
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) March 23, 2020
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê herwiha daxwaz ji welatiyan jî kir, ku “li malên xwe bimînin û jiyana xwe nexin metirsiyê”.
Fahrettin Koca herwiha bang li gencan jî kir û got: “Hûn ne li derveyê metirsiyê ne, jiyana xwe hêdî bikin. Xwe nenxin metirsiyê û rêskê nebin nav malên xwe. Li mal bimînin. Jiyan dikeve nav malê”.
Fahrettin Koca derbarê egera ragihandina qedexeya hatinûçûnê de jî ragihandibû, “Her kes dikare rewşa xwe ya awarte rabigihîne, pêwîst nîne her tim dewlet rabigihîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin