Hejmara qurbaniyên lehiyên Riha û Semsûrê gihîst 16 kesan: Kesek jî winda ye

16 March 2023 18:27 0 dîtin
Hejmara qurbaniyên lehiyên Riha û Semsûrê gihîst 16 kesan: Kesek jî winda ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber rabûna lehiyên li bajarên Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê heta niha 16 kesan can daye.

Doh 15ê Adarê ji ber barana zêde rûbara Mance bi ser ve çûbû û navenda bajarê Rihayê di bin avê de mabû ku bobelateke mezin çêbûbû.

Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê ziyana herî zêde li taxên Haliliye û Eyyubiyeyê çêbûye û gelek xanî û otomobîl ketine ber lehiyê.

Li gorî agahiyên dawî hejmara kesên li Rihayê di encama lehiyê de can dane gihîştiye 14 kesan.

Herwila li bajarê Semsûrê jî çadir û konteynerên mexdûrên erdhejê ketibûn ber lehiyê û li gorî zanyariyên dawî 2 kesan can daye û hîn lêgerîna ji bo kesekî winda jî li Rihayê dewam dike.