Waliyê Rihayê: Hejmara haletên tûsbûnê û qurbaniyên koronayê zêde dibe

13 June 2020 09:50 0 dîtin
Waliyê Rihayê: Hejmara haletên tûsbûnê û qurbaniyên koronayê zêde dibe

PeyamaKurd - Waliyê Rihayê aşkera kir ku li Rihayê hejmara haletên tûşbûnê û qurbaniyên koronayê di meha Hezîranê de zêde dibe.

Waliyê Rihaya Bakurê Kurdistanê Abdullah Erin aşkera kir ku li Rihayê hejmara haletên tûşbûnê û qurbaniyên koronaya nifşê nû (Covid-19) di meha Hezîranê de zêde dibe.

Waliyê Rihayê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku piştî 1ê Hezîranê li Rihayê hejmara haletên tûşbûnê û hejmara kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane, zêde bûne û diyar kir ku di 12 rojên dawiyê de 134 xalên cuda hatine karantînakirin.

Ne tenê li Rihayê her wiha li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Elezîz, Dêrsîm, Bîngol, Batman û Wanê jî hejmara haletan zêde dibe.

Li gorî daneyên fermî, herî dawî 15 kesan can dabûn û hejmara qurbaniyan gihiştibû 4 hezar û 778 kesan. Heta niha li 2 milyon û 541 hezar 903 test hatine kirin û di encamê de derketiye holê ku 175 hezar û 218 kes nexweş ketine û niha rewşa 664 kesan întensîf e û 282 kes jî entube ne.