Tirkiye: Tenê li 2 Girtîgehan haletên tûsbûnê yên koronayê hene
PeymaKurd – Cîgirê Wezareta Dadê ya Tirkiyê Ugurhan Kuş ragihand ku, tenê li 2 Girtîgehan haletên tûşbûnê yên koronayê hene.
Cîgirê Wezareta Dadê ya Tirkiyê Ugurhan Kuş ragihand ku ji 439 girtîgehan li 2yan haletên tûşbûnê hene û ji van kesan kesekî ku rewşa wî giran yan jî entube ye tune ye.
Li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê her diçe jimara nexweşên ku ji ber koronayê dimrin kêm dibe lê kesên ku bi vê nexweşînê dikevin zêde dibin.
Li gor daneyên fermî, heta niha 174 hezar 023 kes bi nexweşîna koronayê ketine, ji wan 4 hezar û 763 kes ji mirine û 147.860 nexweş baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin