Price: Erdhejên Meresê ne tenê li Tirkiye û Sûriyeyê bandor li cîhanê jî kiriye

14 February 2023 11:30 0 dîtin
Price: Erdhejên Meresê ne tenê li Tirkiye û Sûriyeyê bandor li cîhanê jî kiriye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir, erdhejên navenda Mereşê ne tenê li Tirkiye û Sûriyeyê bandor li cîhanê jî kiriye.

Berdevk Ned Price di civîna çapemeniyê ya rojane de eşkere kir, dîmenên erdhejê gelekî bi bandor in û destnîşan kir, ji bo alîkariya mirovan bi şev û roj dixebitin.

Price got: "Em li wêranî û wendahiyên mirovan dinêrin, vê erdhejê ne tenê bandor li Tirkiye û Sûriyeyê kir, li cîhanê jî bandor kir."

Price da zanîn, "Em dilsoziya bêhempa ya tîmên bersivdayina mirovahî û rizgarkeran ku di bin şert û mercên pir dijwar de 24 saetan dixebitin, teqdîr dikin."

Berdevka Karûbarên Derve bal kişand ser wê yekê ku Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî berpirsiyariya exlaqî ye ku bi hemû hêza xwe kar bike ji bo gihandina alîkariyan ji bo navçeyên erdhejlêdayî li Sûriyê, di nav de jî destûra civaka navdewletî ji derbaskirina alîkariyên sînorî ji Tirkiyê re.

Price got, "Ev mijareke însanî ye, ne siyasî ye" û destnîşan kir ku zêdekirina derbasbûnên alîkariyê yên li ser sînor wê zêdetir jiyana mirovan xelas bike û wiha got, "Em bang li welatên cîhanê dikin ku ji bo piştgiriya gelên Tirkiye û Sûriyeyê bi hemû hêza xwe kar bikin."