Di erdhejên Meresê de 70 hezar ajal jî telef bûne

19 February 2023 18:01 0 dîtin
Di erdhejên Meresê de 70 hezar ajal jî telef bûne

PeyamaKurd – Di encama erdhejên 6ê Sibatê yên navenda wan Mereş bû de, ji bilî felaketa mezin a mirovî ku heta niha zêdetirî 40 hezar kesan can daye, hejmarek zêde ajalên welatiyan jî mirar bûn.

Li gorî ragihandina Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay, di encama erdhejê de nêzîkî 10 hezar axur hilweşiyane û bi hezaran ajal û dewarên di wan de can dane.

Hat eşkere kirin ku di nav 9 hezar û 972 axurên ruxiyayî de, 8 hezar û 424 dewar û 62 hezar û 342 ajalên piçûk telef bûne.

Herwiha bi qasî 200 hezar ajal jî hatine rizgarkirin.