AFAD: Hejmara mirinan gihîst 42 hezar û 310 kesan, 7 hezar û 184 erdhejên domahîk çêbûne

21 February 2023 20:40 0 dîtin
AFAD: Hejmara mirinan gihîst 42 hezar û 310 kesan, 7 hezar û 184 erdhejên domahîk çêbûne

PeyamaKurd - Serokatiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara mirinên li 10 bajaran a karesata erdheja 6ê Sibatê gihîştiye 42 hezar û 310 kesan.

AFADê eşkere kir ku piştî erdhejên Pazarcix û Elbîstanê 7 hezar û 184 erdhejên domahîk jî hatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya AFADê, hejmara kesên ku li Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kîlîs, Meletî can dane, li gorî amarên dawî yên hatine tomarkirin gihîştiye 42 hezar û 310 kesan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku li herêma erdhejê 14 hezar û 740 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên tîmên herêmî û navneteweyî xebatên xwe didomînin.

Li gorî amarên fermî heta niha 301 hezar û 289 çadir û 6 hezar û 375 konteyner ji bo mexdûrên erdhejê hatine danîn.